Wezareta Koçberîya Iraqê: Zêde ji 270 hezar awareyên iraqî zivirîne malên xwe
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i269982-wezareta_koçberîya_iraqê_zêde_ji_270_hezar_awareyên_iraqî_zivirîne_malên_xwe
Wezareta koçberîyê ya Iraqê îro ragihand ku zêde ji 270 hezar awareyên iraqî zivirîne malên xwe.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tebax 24, 2017 11:50 Asia/Tehran
  • Wezareta Koçberîya Iraqê: Zêde ji 270 hezar awareyên iraqî zivirîne malên xwe

Wezareta koçberîyê ya Iraqê îro ragihand ku zêde ji 270 hezar awareyên iraqî zivirîne malên xwe.

Li gorî rapora malpera nûçan a Al Hureyê, Sitar Newroz berdevkê wezareta koçberîya Iraqê herwiha got: Tê payîn hejmareke zêdetir a awareyên iraqî di rojên bê de bizvirin devera Hemdanîye û piûka rojavayî ya Mûsilê.

Wî ragihand ku planeke handana van awareyana jibo deverên xwe heye ku li benda razîbûna Heyder Ebadî serokwezîrê Iraqê ye.

Sazîya Navnetewî ya koçberîyê di meha Tîrmehê de ragihandibû ku 839 hezar iraqî hela jî piştî opêrasyona azadkirina Mûsilê ji lepên DAIŞ`ê aware ne.

Eva li halekî ye ku dewleta Iraqê niha xwe jibo pêşwazîya ji bi hezaran awareyên din ji deverên di bin dagirkerîya DAIŞ`ê de amade dike ku bi destpêbûna opêrasyona azadkirina Telfer, Hewîce û Şerqatê tê payîn ji van bajarana derkevin.

Opêrasyona azadkirina Teleferê ji roja yekşemê ve bi fermana Heyder Ebadî serokwezîrê Iraqê destpê bûye.