Azadkirina sê gundên din li Teleferê
Bingehên eskerî yên Iraqê ji azadiya sê gundên dine derûdora Teleferê ji destê terorîstên DAIŞ`ê û kuştina herî kêm 37 terorîstan xeber dan.
Li gor rapora ajansa nûçan a Iraqê ya ser navê Wai, Ebdulemîr Yarullah qumandê operasiyona azadkirina Teleferê li daxûyaniyekê ragihand ku hêzên dije terora vî welatî bilî azadkirina gundên El-Xan, Mecarîn, El-Tîniye li navça Mehlebiyeya Teleferê herî kêm 37 terorîst jî kuştin û alaya Iraqê li ser avahiyên van gundan danîn.
Operasyona azadkirina Teleferê ku yek ji çeperên herî dawîyê yên têrorîstên DAIŞ`ê li Iraqê tê hesêb, duh li gorî fermana Heyder Ebadî serokwezîr û fermandeyê gişt yê hêzên çekdar ên Iraqê destpê bû.
Hêzên heşda Şeibî jî ragihandin ku yekîneyên papûra 9 a zirêxpûşe artêşa Iraqê bi palpiştiya hêzên gelanî karîn navça El-Mehelebiye li Teleferê bi tamî ji destê terorîstan derxînin.
Herwisa hêzên iraqî karîn riya Telefer bi Mûsilê jî ji destê terorîstan azad bikin.
Hadî Amirî sekreterê giştî yê Sazîya Bedir a Iraqê jî ragihand: Nîvê DAIŞÎ`yên li Teleferê bîyanî ne û hejmara wan 1600 heta 2 hezar kes e.
Amirî tekez kir: Hevdengîyeke zav baş di navbera hêzên Heşdi Şebî û hêzên ewlehîyê ku li halê şerê dijî DAIŞ`ê ne, heye.
Niha sê bajarên Telefer li rojavaya Mûsilê, Hewîce li başûra rojavaya Kerkûkê û El-Qaim li rojavaya El-Enbarê li destê terorîstên DAIŞ`ê dane.