Neyarîya rawêjkarê ewlehîya netewî ya Iraqê li hemberî giştpirsîya li Herêma Kurdistana Iraqê
Tebax 23, 2017 06:02 Asia/Tehran
Rawêjkarê ewlehîya netewî ya Iraqê tekez kir: Bexda giştpirsîya cidabûna Herêma Kurdistana Iraqê neqanûnî dizane û ewê bi fermî nas nake.
Li gorî rapora ajansa nûçan a Novesîtîyê (Novosti), Falih Feyaz rawêjkarê ewlehîya netewî ya Iraqê got ku lidarxistina giştpirsîya cidabûna Herêma Kurdistana Iraqê ku hin rayedarên kurd pêkutîyê li ser dikin, berovajî destûra bingehîn a Iraqê ye û yê pirsgirêkên nû derxe.
Falih Feyaz herwiha got: Nakokîyên di navbera Bexda û Hewlêrê de divê bi rêka muzakireyan bên çareserkirin û Bexda jibo gotûbêja çareserkirina hemî pirsgirêkan amade ye.