Amadebûna hêzên iraqî bona ketina nav navenda bajarê Teleferê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i269860-amadebûna_hêzên_iraqî_bona_ketina_nav_navenda_bajarê_teleferê
Hêzên hevpare iraqî sêşemêşev hemû amadebûnek ji bo ketina nav navenda Teleferê li 50 kîlomitriya rojavaya Mûsilê navenda parêzgeha Nêynewayê cih anîn.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tebax 23, 2017 04:19 Asia/Tehran
  • Amadebûna hêzên iraqî bona ketina nav navenda bajarê Teleferê

Hêzên hevpare iraqî sêşemêşev hemû amadebûnek ji bo ketina nav navenda Teleferê li 50 kîlomitriya rojavaya Mûsilê navenda parêzgeha Nêynewayê cih anîn.

Li gor rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, Serleşker Raêd Cewdet serokê polîê federale Iraqê li Press konferansekê got: Hêzên polîs bi alîkariya hêzên gelanî amadene bona ku bikevine nav navçên navendiye Teleferê.

Serleşker Raêd Cewdet destnîşan kir; Hêzên polîs bi alîkariya hêzên gelanî yên Iraqê li sê rojên bihurî 68 kîlomitrên çarkunc ji erdên rojavaya Mûsilê pêkhatî ji 7 gundan ji destê terorîstên DAIŞ`ê azad kirin.

Gor vê raporê hêzên hevpare iraqî qirare ji mêhwerên rojava, başûr û başûra rojhilata Teleferê êrişî ser pêgehên terorîstên DAIŞ`ê li navçên navendiye vî bajarê Tirkemantêda bikin.

Rêxistina Netewên Yekgirtî roja sêşemê ragihand; nîzikî 30 hezar kesên sivîl li bajarê Teleferê ji aliyê terorîstên DAIŞ`ê dorpêç bûne.

Operasiyona azadkirina bajarê Teleferê li parêzgeha Nêynewayê ji destê terorîstên DAIŞ`ê ji 20 Tebaxê destpê bûye.