Metîs: Amerîka li dijî perçekirin û bêistiqrarkirina Iraqê ye
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i269848-metîs_amerîka_li_dijî_perçekirin_û_bêistiqrarkirina_iraqê_ye
Wezîrê karên derve yê Amerîkayê li hevdîtina digel serokwezîrê Iraqê, li ser piştgirîya Waşîngtonê ji tifaqa Iraqê û dijberîya li hemberî her pêngava bi armanca perçekirin û bêistiqrarkirina Iraqê sekinî.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tebax 22, 2017 15:22 Asia/Tehran
  • Metîs: Amerîka li dijî perçekirin û bêistiqrarkirina Iraqê ye

Wezîrê karên derve yê Amerîkayê li hevdîtina digel serokwezîrê Iraqê, li ser piştgirîya Waşîngtonê ji tifaqa Iraqê û dijberîya li hemberî her pêngava bi armanca perçekirin û bêistiqrarkirina Iraqê sekinî.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Mêhrê, nivîsgeha Heyder Ebadî serokwezîrê Iraqê îro danê êvarê bi daxûyanîyekê ragihand: Cîmz Metîs (James Mattis) wezîrê berevanîyê yê Amerîkayê li hevdîtina tev Heyder Ebadî, li ser piştgirîya welatê xwe ji şerê Iraqê li hemberî têrorîsmê sekinî û pesna serketinên hêzên iraqî da.

Li vê hevdîtinê, bihêzkirina hevkarîya Amerîka û Iraqê di warên leşkerî, perwerdeyî û şerê dijî têrorîsmê û serketinên hêzên iraqî li hemberî koma têrorîst a DAIŞ`ê hatin hilkolandin.

Cêymz Metîs wezîrê berevanîya Amerîkayê vê sibê di çaçrova seredaneke neragihandî de giheşte Bexdaya paytexta Iraqê.

Ajansa nûçan a Reutersê ji zarê berpirsekî amerîkî ragihand ku Metîs yê li Hewlêrê ji Mesûd Barzanî serokê Herêma Kurdistana Iraqê bixwaze ku lidarxistina giştpirsîyê li vê deverê ibtal bike.