Jinên iraqî li bajarên dagîrbûyî ketine ber binpêkirina mafên mirovan
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i269834-jinên_iraqî_li_bajarên_dagîrbûyî_ketine_ber_binpêkirina_mafên_mirovan
Taxima Alîkarîgihandinê ya Rêxistina Neteweyên Yekgirtî (NY) li Iraqê û nivîsgeha Mafên Mirovan a vê rêxistinê, bi weşandina raporeka hevpar, ragihandin jin û keçikên iraqî ku li bajarên li bin lepên koma terorîst a DAIŞ`ê dijîn, ketine ber binpêkirina mafên mirovan.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tebax 22, 2017 14:30 Asia/Tehran
  • Jinên iraqî li bajarên dagîrbûyî ketine ber binpêkirina mafên mirovan

Taxima Alîkarîgihandinê ya Rêxistina Neteweyên Yekgirtî (NY) li Iraqê û nivîsgeha Mafên Mirovan a vê rêxistinê, bi weşandina raporeka hevpar, ragihandin jin û keçikên iraqî ku li bajarên li bin lepên koma terorîst a DAIŞ`ê dijîn, ketine ber binpêkirina mafên mirovan.

Li gorî rapora IRNA`yê, li rapora roja sêşemiyê ya van du saziyên navneteweyî ku li gorî şehedî û gotinên kesên rizgarbûyî ji destê DAIŞ`ê amade bûye, hatiye ragihandin: Birînên ji ber kiryarên DAIŞ`ê nayên wesifkirin û eger jinên gorî bixwezin jiyana xwe û zarokên xwe vejinîn, hewcedarê piştgîriya ji hêla dadweriyê  û cebirîna derbeyên xwe ne.

Koma terorîst a DAIŞ`ê ku sala 2014`an hin pişkên ji bakûr û rojavaya Iraqê dagîr kiribû, jin û keçikên iraqî yên ji qewm û olên curbicur diazirandin û ew kiribûn koleyên xwe yên cinsî û wan li bazaran difrotin.

Piştî azadkirina bajarê Mûsila navenda parêzgeha Neynewayê li bakûra Iraqê ji bin lepên koma terorîst a DAIŞ`ê, nûçeyên li ser dîlgirtina keçik û jinan û firotina wan ji aliyê  DAIŞ`ê ve zêde bûne.