Hêzên iraqî derbasî Teleferê bûn
Artêşa Iraqê û hêzên gelanî yên vî welatî di sêyemîn roja opêrasyona xwe jibo azadkirina Teleferê de, hin deverên din ji lepên têrorîstên DAIŞ`ê azad kirin û bi derbasbûna nav vî şarî opêrasyona azadkirinê ji yekem taxên Teleferê destpê kirin.
Li gorî rapora ajansa nûçan a ISNA`yê, îro li dewma pêşdaçûna hêzên iraqî, wan karîn hin xendeq û tonêlên li xeteên berevanîyê yên DAIŞ`ê li derdora bajarê Teleferê bêxin bin kontrola xwe.
Hêzên iraqî niha ji sê mêhwerên rojhilat, rojava û başûr ve li halê pêşdaçûna ber bi bajarê Teleferê ne û duh jî 5 gund li bereya rojava azad kiribûn.
Evdilemîr Yarulah fermandeyê opêrasyona azadkirina Teleferê ragihand ku gundên Teştîye, Til Semen û Terembî ji nav 47 gundên vî şarî hatin azadkirinê.
Wî herwiha got ku deverên Elkesek û palavgeha niftê ya El Kesekê ketin bin kontrola hêzên iraqî.
Li gorî nûçeyeke din, çavkanîyên haydar ji nav bajarê Teleferê ragihandin ku berpirsê komkiirna endaman ê koma têrorîst a DAIŞ`ê li vî şarî, di encama êrişa bombeyî ser meqereke têrorîstan li navenda bajêr hat kuştinê.
Balafirên cengê yên hêza hewayî ya Iraqê karîn Ebû Qetade Efrî berpirsê komkirina endaman ê koma têrorîst a DAIŞ`ê ku çûbû seredana meqereke têrorîstan li navenda Teleferê bikin armanc û wî digel 4 kesên bi wî re bikujin.
Ebulriza Necar yek ji fermandeyên hêzên Heşdi Şeibî jî li civîneke rojnamevanîyê ragihand ku azadkirina Teleferê gellekî girîng e û bi azadkirina wî şarî, opêrasyona azadkirina parêzgeha Nêynewayê ji lepên koma têrorîst a DAIŞ`ê bikemile.
Opêrasyona azakirina bajarê Teleferê roja yekşemê li gorî fermana Heyder Ebadî serokwezîr û fermandeyê gişt hêzên çekdar ê Iraqê destpê bû. Wî di vî warî de got: Opêrasyona azadkirina Teleferê yê bi wateya giheştina hêzên iraqî li sînorê vî welatî û qutkirina têkilîya koma têrorîst a DAIŞ`ê digel deverên derdorê be.