Azadiya çend navçên dine Teleferê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i269788-azadiya_çend_navçên_dine_teleferê
Ebdulemîr Yarullah qumandê operasiyona azadkirina Teleferê ji azadbûna çend gund û navçên dine başûra Teleferê ji destê terorîstên DAIş`ê xeber da.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tebax 22, 2017 09:57 Asia/Tehran
  • Azadiya çend navçên dine Teleferê

Ebdulemîr Yarullah qumandê operasiyona azadkirina Teleferê ji azadbûna çend gund û navçên dine başûra Teleferê ji destê terorîstên DAIş`ê xeber da.

Li gor rapora telivîzyona Al-Alam`ê, Ebdulemîr Yarullah qumandê operasiyona azadkirina Teleferê li daxûyaniyekê ragihand ku hêzên dije terora vî welatî bilî azadkirina gundên Tel-Rehan, El-Cebare , Husên Êdrîs,El-Mula û El-Mecîdê li başûra rojavaya Teleferê alaya vî welatî li ser avahiyên van gundan xistin.

Ajansa nûçan a Mehrê ji zarê çavkanîyên hêzên Heşdi Şebî yên Iraqê ragihand, hêzên Heşdi Şebî û polîsên Iraqê sê gund li rojavaya Teleferê azad kirin û pêşdaçûna ber bi navenda Teleferê ji aliyê rojavaya wî bajarî didomînin.

Hêzên heşda Şeibî jî ragihandin ku yekîneyên papûra 9 a zirêxpûşe artêşa Iraqê bi palpiştiya hêzên gelanî karîn navça El-Mehelebiye li Teleferê bi tamî ji destê terorîstan derxînin.

Herwisa hêzên iraqî karîn riya Telefer bi Mûsilê jî ji destê terorîstan azad bikin.

Raid Şakir Cewdet serokê polîsên Iraqê jî got: Hêzên polîs bi piştgiriya hêzên gelanî yên Iraqê karîn 2 gundan li rojavaya Teleferê azad bikin ku di encamê de 20 têrorîstên DAIŞ`ê hatin kuştinê.

Hêzên iraqî herwisa gundên Mula Casim, Eber El-Teizîz û El-Wehde û El-Seidê li rojavaya Teleferê ji destê terorîstan azad kirin.

Hadî Amirî sekreterê giştî yê Sazîya Bedir a Iraqê jî ragihand: Nîvê DAIŞÎ`yên li Teleferê bîyanî ne û hejmara wan 1600 heta 2 hezar kes e.

Amirî tekez kir: Hevdengîyeke zav baş di navbera hêzên Heşdi Şebî û hêzên ewlehîyê ku li halê şerê dijî DAIŞ`ê ne, heye.

Operasyona azadkirina Teleferê ku yek ji çeperên herî dawîyê yên têrorîstên DAIŞ`ê li Iraqê tê hesêb, duh li gorî fermana Heyder Ebadî serokwezîr û fermandeyê gişt yê hêzên çekdar ên Iraqê destpê bû.