Serdana wezîrê parastinê yê Amerîkayê bo Iraqê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i269778-serdana_wezîrê_parastinê_yê_amerîkayê_bo_iraqê
Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê James Mattis li roja sisyan a operasiyona azadkirina Teleferê ji destê terorîstên DAIŞ`ê gihêşte Bexdayê.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tebax 22, 2017 08:10 Asia/Tehran
  • Serdana wezîrê parastinê yê Amerîkayê bo Iraqê

Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê James Mattis li roja sisyan a operasiyona azadkirina Teleferê ji destê terorîstên DAIŞ`ê gihêşte Bexdayê.

wezîrê parastinê yê Amerîkayê James Mattis li sefereke ji pêş va nehatî ragihandin îro sêşemê gihêşte Bexdayê.

Hûrgiliyên hevdîtinên wezîrê karên derve yê Amerîka li Iraqê nehatiye ragihandin.

Pêştir, bingehên iraqî ragihandibûn ku Amerîka neyarê pişkdariya hêzên gelanî yên Iraqê li operasiyona azadkirina Teleferê bûye.

Niha  sê bajarên  Teleferê li 55 km ya rojava  Mûsilê, Hewîcê li abşûrê rojava  Kerkûkê û bajarê El-Qyimê li rojava  parêzgeha  Enbarê  li rojava Iraqê nêzîkî sînorên Sûriyê  di kontrola terorîstên DAIŞ`ê de ne.

 Heyder  Ebadî serokwezîrê Iraqê 26 Tîrmeha 2017an soz da hêzên vî welatî bi hemen viyan û îradeya ku DAIŞê ji Mûsilê derxistin, bajarê Teleferê jî ji kontrola  vê grûpê derxînin.Li van du rojên ku şerê azadiya Teleferê des pê bûye çendîn gundên derdora vî bajarî azad bûne.