26 terorîstên DAIŞê teslîmî hêzên ewlehî bûn
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i269774-26_terorîstên_daiŞê_teslîmî_hêzên_ewlehî_bûn
Hat ragihandin ku piştî destpêkirina operasyona Telaferê ji aliyê hêzên Iraqê ve 26 terorîstên DAIŞê çekên xwe danîn û xwe teslîmî Pêşmergeyan kirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tebax 22, 2017 06:47 Asia/Tehran
  • 26 terorîstên DAIŞê teslîmî hêzên ewlehî bûn

Hat ragihandin ku piştî destpêkirina operasyona Telaferê ji aliyê hêzên Iraqê ve 26 terorîstên DAIŞê çekên xwe danîn û xwe teslîmî Pêşmergeyan kirin.

Wek tê zanîn ev du roj in ku operasyona kontrolkirina navçeya Telaferê ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Iraqê ve dest pê kiriye û heta niha hêzên iraqî 17 gund û rûbereke berfireh a erdê li navçeya Teleferê ji destê terorîstên DAIŞê derxistine.

Li gorî çavkaniyên herêmî, di heyama du rojên borî de li sînorê navçeya Telaferê û piştî destpêkirina operasyona hêzên ewlehiyê yên Iraqê, 26 terorîstên DAIŞê xwe gihandine sînorê hêzên Pêşmerge û piştî ku çekên xwe danîne, xwe teslîmî pêşmerge kirine. Di nava wan 26 çekdarên DAIŞê de, 4 ji wan xelkê Çînê ne û 2 ji wan jî nasnameya Almanyayê hene û yên din jî iraqî ne.

Bi fermana Serokwezîr û Fermandeyê Giştî yê Hêzên Iraqê Heyder Ebadî 20ê Tebaxa 2017an operasyona kontrolkirina navçeya Telaferê dest pê kiribû.