26 terorîstên DAIŞê teslîmî hêzên ewlehî bûn
Hat ragihandin ku piştî destpêkirina operasyona Telaferê ji aliyê hêzên Iraqê ve 26 terorîstên DAIŞê çekên xwe danîn û xwe teslîmî Pêşmergeyan kirin.
Wek tê zanîn ev du roj in ku operasyona kontrolkirina navçeya Telaferê ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Iraqê ve dest pê kiriye û heta niha hêzên iraqî 17 gund û rûbereke berfireh a erdê li navçeya Teleferê ji destê terorîstên DAIŞê derxistine.
Li gorî çavkaniyên herêmî, di heyama du rojên borî de li sînorê navçeya Telaferê û piştî destpêkirina operasyona hêzên ewlehiyê yên Iraqê, 26 terorîstên DAIŞê xwe gihandine sînorê hêzên Pêşmerge û piştî ku çekên xwe danîne, xwe teslîmî pêşmerge kirine. Di nava wan 26 çekdarên DAIŞê de, 4 ji wan xelkê Çînê ne û 2 ji wan jî nasnameya Almanyayê hene û yên din jî iraqî ne.
Bi fermana Serokwezîr û Fermandeyê Giştî yê Hêzên Iraqê Heyder Ebadî 20ê Tebaxa 2017an operasyona kontrolkirina navçeya Telaferê dest pê kiribû.