UNAMI : 30 hezar kes ji Teleferê koçber bûne
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i269760-unami_30_hezar_kes_ji_teleferê_koçber_bûne
Piştî destpêkirina operasyona rizgarkirina bajarê Telaferê ji aliyê Artêşa Iraqê ve 30 hezar kes ji ber pevçûnan û tirsa ji têrorîstên DAIŞ`ê ber bi navçeyên aram ve koçber bûn.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tebax 21, 2017 15:15 Asia/Tehran
  • UNAMI : 30 hezar kes ji Teleferê koçber bûne

Piştî destpêkirina operasyona rizgarkirina bajarê Telaferê ji aliyê Artêşa Iraqê ve 30 hezar kes ji ber pevçûnan û tirsa ji têrorîstên DAIŞ`ê ber bi navçeyên aram ve koçber bûn.

Rêxistina  Alîkariyan a Neteweyên Yekbûyî ya Iraqê (UNAMI) îro ragihand ku piştî operasyona rizgarkirina bajarê Telaferê ji aliyê Artêşa Iraqê ve hat destpêkirin, zêdetirî 30 hezar kesî malên xwe ji tirsa pevçûnan û têrorîstên DAIŞ`ê bicih hêlan û berê xwe dane herêmên ewleh.

Kordînatora UNAMI Lise Grande di daxuyaniya xwe ya nivîskî de got: "Bi hezaran welatiyên sivîl ku malên xwe hêlan û dora 10-20 demijmêran dimeşin daku, xwe bigehînin deverên aram."

Lise Grande di berdewamiya axaftina xwe de got: "Heta niha dora 30 hezar kesî ji herêmê reviyane. Herwiha UNAMI ji bo rojên pêş ku sivîlan ji herêmên bi xeter vala bike bike amadehiyan dike."