UNAMI : 30 hezar kes ji Teleferê koçber bûne
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i269756-unami_30_hezar_kes_ji_teleferê_koçber_bûne
Piştî destpêkirina operasyona rizgarkirina bajarê Telaferê ji aliyê Artêşa Iraqê ve 30 hezar kes ji ber pevçûnan ber bi navçeyê aram koçber bûn.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tebax 21, 2017 15:04 Asia/Tehran
  • UNAMI : 30 hezar kes ji Teleferê koçber bûne

Piştî destpêkirina operasyona rizgarkirina bajarê Telaferê ji aliyê Artêşa Iraqê ve 30 hezar kes ji ber pevçûnan ber bi navçeyê aram koçber bûn.

Rêxistina  Alîkariyan a Neteweyên Yekbûyî ya Iraqê (UNAMI) îro ragihand ku piştî operasyona rizgarkirina bajarê Telaferê ji aliyê Artêşa Iraqê ve hat destpêkirin, zêdetirî 30 hezar kesî malên xwe bicih hêlan û berê xwe dane herêmên ewleh.

Kordînatora UNAMI Lise Grande di daxuyaniya xwe ya nivîskî de got: "Bi hezaran welatiyên sivîl ku malên xwe hêlan û dora 10-20 demijmêran dimeşin daku, xwe bigehînin deverên aram."

Lise Grande di berdewamiya axaftina xwe de got: "Heta niha dora 30 hezar kesî ji herêmê reviyane. Herwiha UNAMI ji bo rojên pêş ku sivîlan ji herêmên bi xeter vala bike bike amadehiyan dike."