UNAMI : 30 hezar kes ji Teleferê koçber bûne
Piştî destpêkirina operasyona rizgarkirina bajarê Telaferê ji aliyê Artêşa Iraqê ve 30 hezar kes ji ber pevçûnan ber bi navçeyê aram koçber bûn.
Rêxistina Alîkariyan a Neteweyên Yekbûyî ya Iraqê (UNAMI) îro ragihand ku piştî operasyona rizgarkirina bajarê Telaferê ji aliyê Artêşa Iraqê ve hat destpêkirin, zêdetirî 30 hezar kesî malên xwe bicih hêlan û berê xwe dane herêmên ewleh.
Kordînatora UNAMI Lise Grande di daxuyaniya xwe ya nivîskî de got: "Bi hezaran welatiyên sivîl ku malên xwe hêlan û dora 10-20 demijmêran dimeşin daku, xwe bigehînin deverên aram."
Lise Grande di berdewamiya axaftina xwe de got: "Heta niha dora 30 hezar kesî ji herêmê reviyane. Herwiha UNAMI ji bo rojên pêş ku sivîlan ji herêmên bi xeter vala bike bike amadehiyan dike."