Pêşdaçûna berbiçav a hêzên iraqî li Teleferê
Çavkanîyên iraqî basa pêşdaçûna berbiçav a hêzên vî welatî ber bi navenda Teleferê û azadkirina çend gundên din li derdora vê herêmê kirin.
Ajansa nûçan a Mehrê ji zarê çavkanîyên hêzên Heşdi Şebî yên Iraqê ragihand, hêzên Heşdi Şebî û polîsên Iraqê sê gund li rojavaya Teleferê azad kirin û pêşdaçûna ber bi navenda Teleferê ji aliyê rojavaya wî bajarî didomînin.
Çavkanîyên hanê ragihandin ku terorîstên DAIŞ`ê jibo ku hêzên hewayî yên Iraqê wan nebînin, agir berdane bîrên niftê yên Teleferê.
Evdilemîr Yarelah fermandeyê operasyona Teleferê jî ragihand: Hêzên têkoşîna dijî têrorîsmê çend gund li başûra rojavaya Teleferê azad kirin û alaya Iraqê li wan gundan rakirin.
Raid Şakir Cewdet serokê polîsên Iraqê jî got: Hêzên polîs bi piştgiriya hêzên gelanî yên Iraqê karîn 2 gundan li rojavaya Teleferê azad bikin ku di encamê de 20 têrorîstên DAIŞ`ê hatin kuştinê.
Hadî Amirî sekreterê giştî yê Sazîya Bedir a Iraqê jî ragihand: Nîvê DAIŞÎ`yên li Teleferê bîyanî ne û hejmara wan 1600 heta 2 hezar kes e.
Amirî tekez kir: Hevdengîyeke zav baş di navbera hêzên Heşdi Şebî û hêzên ewlehîyê ku li halê şerê dijî DAIŞ`ê ne, heye.
Operasyona azadkirina Teleferê ku yek ji çeperên herî dawîyê yên têrorîstên DAIŞ`ê li Iraqê tê hesêb, duh li gorî fermana Heyder Ebadî serokwezîr û fermandeyê gişt yê hêzên çekdar ên Iraqê destpê bû.