Dijayetiya Hizbullaha Iraqê digel beşdariya hêzên amerîkî li azadkirina Til Eferê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i269660-dijayetiya_hizbullaha_iraqê_digel_beşdariya_hêzên_amerîkî_li_azadkirina_til_eferê
Hizbullaha Iraqê ragihand ku li dijî beşdariya hêzên amerîkî li şerê azadkirina bajarê Til Eferê li bakurê Iraqê ye.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tebax 20, 2017 12:54 Asia/Tehran
  • Dijayetiya Hizbullaha Iraqê digel beşdariya hêzên amerîkî li azadkirina Til Eferê

Hizbullaha Iraqê ragihand ku li dijî beşdariya hêzên amerîkî li şerê azadkirina bajarê Til Eferê li bakurê Iraqê ye.

Berdevkê Gordanên Hizbullaha Iraqê, Mihemed Muheyî roja Yekşemiyê li hevpeyivîna digel kanalêa têlêvîziyoniya Meyadîna Libnanê got: Hêêzn iraqî ji neh mehan berî viya heta niha li dergehên bajarê Til Eferê li rojavaya bajarê Mûsuila navenda parêzgeha Nêynewayê li bakurê Iraqê bi cih bûne û hewil didin ku Til Eferê ji bin dagirkeriya têrorîstên DAIŞ`ê rizgar bikin.

Berdevkê Gordanên Hizbullaha Iraqê, Mihemed Muheyî destnîşan kir ku Til Efer ji sê aliayn va ketiye bin dorpêçê û tenê bereya bakur a vî bajarî maye ku ew jî di bin kontrola kurdan da ye.

Muhemed Muheyî destnîşan kir: ``Em li dijî beşdariya hêêzn amerîkî li azadkirina Til Eferê ne; Ji ber ku hêzên hevpeyman li şerê dijî DAIŞ`ê ciddî nînin``.

Heyder Ebadiyê serokwezîrê Iraqê sibeha îro anku Yekşemiyê destpêbûna şerê azadkirina Til Eferê ji bin dagirkeriya çeteyên DAIŞ`ê ragihand.

Niha hêzên seferberiya gelanî yên Iraqê nasyar bi Heşdê Şeibî, artêş û polîsê Iraqê hevrê digel amor û erebeyên leşkerî ji bo beşdariya li şerê azadkirina Til Eferê gihîştine derdora vê navçeyê.

Niha sê bajarên Til Efer li rojavaya Mûsilê, Hevîce li başûrê rojavaya Kirkûkê li bakurê Iraqê û El Qaêm li rojavaya parêzgeha Enbarê li rojavaya Iraqê li nêzikî sînorê Sûriyê di bin dagirkeriya koma têrorîst a DAIŞ`ê da ne.