Destpêbûna operasiyona azadkirina bajarê Teleferê li Iraqê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i269624-destpêbûna_operasiyona_azadkirina_bajarê_teleferê_li_iraqê
Serokwezîrê Iraqê îro sibê bi fermî fermana operasiyona azadkirina bajarê Teleferê ji destê terorîstên DAIŞ`ê derxist.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tebax 20, 2017 06:29 Asia/Tehran
  • Destpêbûna operasiyona azadkirina bajarê Teleferê li Iraqê

Serokwezîrê Iraqê îro sibê bi fermî fermana operasiyona azadkirina bajarê Teleferê ji destê terorîstên DAIŞ`ê derxist.

Li gor rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, Heyder Ebadî li daxûyaniya xwe ya îro yekşemê destpêbûna operasiyona azadkirina bajarê Tirkemen têdaye Teleferê ragihand û got: Operasiyona azadkirina Teleferê ji çend aliyan ve destpê bûye û hetanî jinavçûna tam a terorîstên DAIŞ`ê li nav axa Iraqê dê bê domandin.

Serokwezîrê Iraqê û qumandê giştî yê hêzên çekdar ên Iraqê li daxûyaniya xwe ji bo hêzên çekdar ragihand ku gelê Iraqê hêviya serketina hêzên çekdar ên welêt li hemberî terorîstên DAIŞ`ê dikin.

Ebadî ragihand: Li operasiyona azadkirina Teleferê ji destê terorîstên DAIŞ`ê, hêzên artêş, hêzên gelanî, polîsê federal û hêzên saziya dijî terora Iraqê pişkdar in.

Ednan El-Sirac serokê navenda pêşxistina medyayî ya Iraqê li press konferansekê bal kişande ser hizûra 40 hezar ji hêzên eskerî û 20 hezar hêzên gelanî yên Iraqê li operasiyona azadkirina Teleferê ji destê terorîstên DAIŞ`ê û got: Ji ber ku Artêşa Iraqê xwestiye ku hêzên gelanî jî pişkdariya operasiyona azadkirina Teleferê bikin, loma artêş û polîsê Iraqê bi rehetî dikarin terorîstên DAIŞ`ê li vî bajarî ku xelkê sivîl jî li nav vî bajarî nemane bikene hedefa êrişên xwe.

Serokê navenda pêşxistina medyayî ya Iraqê ragihand hegereke din ku operasiyona azadkirina Teleferê ji destê terorîstên DAIŞ`ê rehettir û hêsantir dike biçûktiya vî bajarî li qiyas digel Mûsilê ye.

Pêştir jî karbidestên iraqî ragihandibûn ku xelkê sivîl niha di nav bajarê Teleferê da nemane û ev yeka operasiyona azadkirina vî bajarî hêsantir dike.

Niha sê bajarên Telefer li rojavaya Mûsilê, Hewîce li başûra rojavaya Kerkûkê û Qayim li rojavaya El-Enbarê li destê terorîstên DAIŞ`ê dane.