Hêsanbûna operasiyona azadkirina bajarê Teleferê li bakûra Iraqê ji destê terorîstan
Serokê navenda pêşxistina medyayî ya Iraqê got: Ji ber rêçareyên nû û ji ber hizûra yekîneyên curbicur ên eskerî yên Iraqê, operasiyona azadkirina Teleferê ji destê terorîstan rehettir û hêsantir cih tê.
Li gor rapora IRIB News`ê, Ednan El-Sirac serokê navenda pêşxistina medyayî ya Iraqê li press konferansekê bal kişande ser hizûra 40 hezar ji hêzên eskerî û 20 hezar hêzên gelanî yên Iraqê li operasiyona azadkirina Teleferê ji destê terorîstên DAIŞ`ê û got: Ji ber ku Artêşa Iraqê xwestiye ku hêzên gelanî jî pişkdariya operasiyona azadkirina Teleferê bin loma artêş û polîsê Iraqê bi rehetî dikarin terorîstên DAIŞ`ê li vî bajarî ku xelkê sivîl jî li nav vî bajarî nemane bikene hedefa êrişên xwe.
Serokê navenda pêşxistina medyayî ya Iraqê ragihand hegerekî din ku operasiyona azadkirina Teleferê ji destê terorîstên DAIŞ`ê rehettir û hêsantir dike biçûktiya vî bajarî li qiyas digel Mûsilê ye.
Pêştir jî karbidestên iraqî ragihandibûn ku xelkê sivîl niha di nav bajarê Teleferê da nemane û ev yeka operasiyona azadkirina vî bajarî hêsantir dike.
Niha sê bajarên Telefer li rojavaya Mûsilê, Hewîce li başûra rojavaya Kerkûkê û El-Qaim li rojavaya El-Enbarê li destê terorîstên DAIŞ`ê dane.