Tekîda Emar Hekîm ser jiyana bi dostaneye hemû eşîretên nav Kerkûkê
Serokê hevalbendiya netewî ya Iraqê ragihand ku pêwîste Kerkûk wekî bajarê hemû eşîretên ku li wê dijîn bimîne û hemû kesên ku li wê dijîn pêwîste bi dostanî jiyana xwe li kêlega hevdu bidomînin.
Li gor rapora ajansa nûçan a Fars News`ê, Seyîd Emar Hekîm serokê hevalbendiya netewî ya Iraqê li gotûbêja xwe ya pêncşemêşev tev taximekî krdên Herêma Kurdistana Iraqê bi serokatiya Ala Kurdistanî bal kişande ser pêwîstiya parastina wehdet û hevgirtina hemû gelê Iraqê bona zimaneta rastîne hemû xelkê vî welatî û got: Pêwîste Kerkûk wekî bajarê hemû eşîretên ku li wê dijîn bimîne.
Hekîm bal kişande ser dagîrbûna zêde ji nîvek ji axa Iraqê bi destê terorîstan ji ber neyariyên hundirî yên nav vî welatî û got: Serketina hêzên iraqî li hemberî terorîstan carek din îspat kir pê hevgirtina hemû aliyên iraqî , gelê Iraqê dikarin terorîstan işkest bidin û jinavçûna terorîstan netîca vê hevgirtinê ye.
Serokê partiya Hikmeta Netewî destnîşan kir: Tenê pê wehdet û hevgirtinê gelê Iraqê dikarin li hemberî terorîstan serkevin.