Sefîrê Almanê li Iraqê: Giştpirsî rêçareyeke guncav nîne
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i269452-sefîrê_almanê_li_iraqê_giştpirsî_rêçareyeke_guncav_nîne
Sefîrê Almanê yê li Iraqê got: Berlîn ser vê bawerê ye ku niha giştpirsîya cidabûna Herêma Kurdistana Iraqê nikare rêçareyeke guncav jibo çareserkirina pirsgirêkên vî welatî nîne.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tebax 17, 2017 16:05 Asia/Tehran
  • Sefîrê Almanê li Iraqê: Giştpirsî rêçareyeke guncav nîne

Sefîrê Almanê yê li Iraqê got: Berlîn ser vê bawerê ye ku niha giştpirsîya cidabûna Herêma Kurdistana Iraqê nikare rêçareyeke guncav jibo çareserkirina pirsgirêkên vî welatî nîne.

Sîrîl Nan (Cyril Nan) sefîrê Almanê li Bexdayê îro li hevpeyvîna digel ajansa nûçan a IRNA`yê herwiha got: Dewleta Almanê helwesta xwe li bara pirsgirêkên giştpirsîya cidabûna Herêma Kurdistana Iraqê bi awayekî fermî ji rayedarên Herêma Kurdistanê û dewleta navendî ya Iraqê re gotîye.

Heta niha gellek welat li dijî giştpirsîya cidabûna Herêma Kurdistana Iraqê derketine.

Nunerê NY li karên Iraqê jî duh li hevpeyvîna digel ajansa nûçan a IRNA`yê, bal kişand ser kêmasîyên qanûnî yên giştpirsîya cidabûna Herêma Kurdistanê û li ser pêwîstîya çareserkirina pirsgirêkên di navbera Bexda û Hewlêrê de bi rêka muzakirê sekinî.

Partîyên sîyasî yên Herêma Kurdistana Iraqê di 7`ê Hezîranê de ligel Mesûd Barzanî serokê vê herêmê civîyan û biryar dan ku giştpirsîya cidabûna Herêma Kurdistanê ji Iraqê di 25`ê Îlonê de bê lidarxistinê, mijara ku bûye sedema dijberî û neyarîya vebirr a dewlet, komên iraqî û welatên navçe û cîhanê.