Ebadî: Lidarxistina giştpirsîyê li Herêma Kurdistana Iraqê, ti xêrek jibo kurdan tineye
Serokwezîrê Iraqê tekez kir, Iraq welatekî welatîmêhwer e û lidarxistina giştpirsîyê jibo cidabûna Herêma Kurdistanê ji Iraqê, ti xêrek jibo kurdan tineye.
Li gorî rapora nûçegihanê me, Heyder Ebadî serokwezîrê Iraqê got ku mirovên gendel azadîya li Iraqê jibo dabînkirina berjewendîyên xwe yên şexsî bikar tînin.
Serokwezîrê Iraqê herwiha got: Iraq welatek e ku çîn û qat û qewmên curbicur têda dijîn lê welatîbûna mirovan l iIraqê anegorî girêdayîbûna li qat û etnîkan nîne.
Ebadî herwiha got: Mixabin hin welat pircûrîya li civaka xwe bi wateya lawazîyê li wî welatî dizanin lê, gelê Iraqê biryar daye pircûrîyê sedema hêz û qaweta vî welatî bizane û helbet li Iraqê divê hemî rêzê li hev bigirin.
Desteya sîyasî ya Herêma Kurdistana Iraqê roja duşemê giheşte Bexdayê û digel Fuad Mesûm serokomar û Heyder Ebadî serokwezîrê vî welatî civîya û bi wan re li bara lidarxistina giştpirsîya vê deverê gotûbêj kir.
Partîyên sîyasî yên Herêma Kurdistana Iraqê di 7`ê Hezîranê de ligel Mesûd Barzanî serokê vê herêmê civîyan û biryar dan ku giştpirsîya cidabûna Herêma Kurdistanê ji Iraqê di 25`ê Îlonê de bê lidarxistinê, mijara ku bûye sedema dijberî û neyarîya vebirr a dewlet, komên iraqî û welatên navçe û cîhanê.