Serneketina têrorîstên DAIŞ`ê li êrîşa ser Selahedîna Iraqê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i269290-serneketina_têrorîstên_daiŞ_ê_li_êrîşa_ser_selahedîna_iraqê
Hêzên seferberiya gelanî yên Iraqê nasyar bi Heşdê Şeibî hewildana têrorîstên DAIŞ`ê ji bo ketina nav bajarê Tikrîtê li parêzgeha Selahedîna bakurê Iraqê, têk şikandin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tebax 16, 2017 03:19 Asia/Tehran
  • Serneketina têrorîstên DAIŞ`ê li êrîşa ser Selahedîna Iraqê

Hêzên seferberiya gelanî yên Iraqê nasyar bi Heşdê Şeibî hewildana têrorîstên DAIŞ`ê ji bo ketina nav bajarê Tikrîtê li parêzgeha Selahedîna bakurê Iraqê, têk şikandin.

Li gorî rapora roja Sêşemiyê ya Someria News`ê, li ser esasa ragihandina mêdyayên iraqî, Hêzên seferberiya gelanî yên Iraqê nasyar bi Heşdê Şeibî li vê opêrasiyonê bi dehan têrorîstên DAIŞ`ê kuştin.

Li gorî nûçeyeke din ji Iraqê, li gorî gotina rayedarekî iraqî, jineke dixtor a inglîsî berpirsa tendurustiya DAIŞ`ê li Hevîcê ye.

Wî rayedarî got: ``Ev dixtor yek ji 8 dixtorên revyayî ye ku ji Londonê tevlî koma têrorîst a DAIŞ`ê bûye``.

Li vî halî balyozê Rûsiyê li Bexdayê, Maksîm Maksîmof ragihand: ``Mosko wê zûtirkê tankên T90`ê li çarova biryarnameya ku pêştir navbera Rûsiye û Iraqê hatiye wajokirin, bifiroşe vî welatî``.