Serneketina têrorîstên DAIŞ`ê li êrîşa ser Selahedîna Iraqê
Hêzên seferberiya gelanî yên Iraqê nasyar bi Heşdê Şeibî hewildana têrorîstên DAIŞ`ê ji bo ketina nav bajarê Tikrîtê li parêzgeha Selahedîna bakurê Iraqê, têk şikandin.
Li gorî rapora roja Sêşemiyê ya Someria News`ê, li ser esasa ragihandina mêdyayên iraqî, Hêzên seferberiya gelanî yên Iraqê nasyar bi Heşdê Şeibî li vê opêrasiyonê bi dehan têrorîstên DAIŞ`ê kuştin.
Li gorî nûçeyeke din ji Iraqê, li gorî gotina rayedarekî iraqî, jineke dixtor a inglîsî berpirsa tendurustiya DAIŞ`ê li Hevîcê ye.
Wî rayedarî got: ``Ev dixtor yek ji 8 dixtorên revyayî ye ku ji Londonê tevlî koma têrorîst a DAIŞ`ê bûye``.
Li vî halî balyozê Rûsiyê li Bexdayê, Maksîm Maksîmof ragihand: ``Mosko wê zûtirkê tankên T90`ê li çarova biryarnameya ku pêştir navbera Rûsiye û Iraqê hatiye wajokirin, bifiroşe vî welatî``.