Peydakirina 267 cenazên din ên gorîyên cinayeta Spaykerê li Tikrîtê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i269256-peydakirina_267_cenazên_din_ên_gorîyên_cinayeta_spaykerê_li_tikrîtê
Wezareta tenduristîyê ya Iraqê ragihand ku 267 cenazên din ên gorîyên cinayeta koma têrorîst a DAIŞ`ê li baregeha hewayî ya Spaykerê li Tikrîtê hatin peydakirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tebax 15, 2017 14:07 Asia/Tehran
  • Peydakirina 267 cenazên din ên gorîyên cinayeta Spaykerê li Tikrîtê

Wezareta tenduristîyê ya Iraqê ragihand ku 267 cenazên din ên gorîyên cinayeta koma têrorîst a DAIŞ`ê li baregeha hewayî ya Spaykerê li Tikrîtê hatin peydakirin.

Wezareta tenduristîyê ya Iraqê îro ragihand ku 267 cenazên din ên gorîyên cinayeta koma têrorîst a DAIŞ`ê li baregeha hewayî ya Spaykerê li Tikrîtê hatin peydakirin û têstên taybet ên DNA`yê jibo naskirina van cenazana û 467 kesên din didomin.

Zêyd Elî Ebas serokê dayra pizişkî ya qanûnê ya Iraqê li daxûyanîyekê ragihand ku 267 cesedên din hatine peydakirinê û heta niha meytên 994 gorîyên vê cinayeta DAIŞ`ê li baregeha hewayî ya Spaykerê li 14 herêman hatine peydakirinê.

Wî herwiha got: Cesedêb van kesan li devera koşkên serokomarîyê li bajarê Tikrîtê hatine peydakirinê û heta niha meytên 527 kesî piştî naskirinê radestî malbatên wan hatine kirinê lê kifşkirina nasnama 467 kesên din didome.

Têrorîstên DAIŞ`ê di 10`ê Hezîrana sala 2014`an de êrişî baregeha hewayî ya Spaykerê li parêzgeha Selahedînê kirin û di encamê de 1700 xwendekarên leşkerî kuştin.

Wan destpêkê xwendekarên şîe nas kirin û ji yên din cida kirin û paşê ew hemî li cihekê dan ber gulleyan û li gornên komkî defin kirin.