DAIŞ`ê 5 serkirdên xwe îdam kirin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i269252-daiŞ_ê_5_serkirdên_xwe_îdam_kirin
Rêxistina terorîst a DAIŞ`ê 5 fermandeyên xwe bi hêceta ku ji eniya şêrr revîne, li bajarê Innê li parêzgeha Al Anbarê li rojavaya Iraqê îdam kirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tebax 15, 2017 13:30 Asia/Tehran
  • DAIŞ`ê 5 serkirdên xwe îdam kirin

Rêxistina terorîst a DAIŞ`ê 5 fermandeyên xwe bi hêceta ku ji eniya şêrr revîne, li bajarê Innê li parêzgeha Al Anbarê li rojavaya Iraqê îdam kirin.

Malpera Iraqî ya “Alsumarianews” ragihandiye, duh li devera Inne ya parêzgeha Enbarê ya Iraqê, DAIŞ`ê 5 fermandeyên xwe bi hêceta ku ji eniya şêrr revîne, îdam kirin.

Nêzî du hefteyan berî niha jî gorneke komkî ku meytên 40 DAIŞ`îyan têda bûn li başûra Rumadîyê navenda parêzgeha Al Anbarê li rojavaya Iraqê hat peydakirinê.

Ji hêla din ve, hêzên yekîneya heftem a artêşa Iraqê û hêzên Heşdi Eşayirî û koma komandoyên Opêrasyona Cizîrê çend rojan berî niha, li opêrasyonekê, êrişî DAIŞ`ê kirin ku di encamê de herîkêm 30 kes ji wan kuştin.