Destpêbûna êrişa hewayî ya artêşa Iraqê ser Teleferê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i269234-destpêbûna_êrişa_hewayî_ya_artêşa_iraqê_ser_teleferê
Artêşa Iraqê ragihand ku êrişa hewayî ser bajarê Teleferê li bakûra rojavaya Mûsilê destpê bû.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tebax 15, 2017 11:39 Asia/Tehran
  • Destpêbûna êrişa hewayî ya artêşa Iraqê ser Teleferê

Artêşa Iraqê ragihand ku êrişa hewayî ser bajarê Teleferê li bakûra rojavaya Mûsilê destpê bû.

Li gorî rapora ajansa nûçan a ISNA`yê, Mihemed Xizrî berdevkê wezareta berevanîya Iraqê îro ragihand ku êrişên hewayî jibo azadkirina bajarê Teleferê destpê bûne. Wî herwiha got, êrişa bejayî jibo serdestîya li vî şarî piştî kutabûna êrişên hewayî yê destpê bibe.

Berî vîya Osman Ganimî serokerkanê artêşa Iraqê ragihandibû ku artêş li benda lampa kesk a Heyder Ebadî serokwezîrê Iraqê ye.

Hzên çekdar ên iraqî herwiha opêrasyona seretayî ya berî destpêkirina opêrasyona azadkirina vî şarî destpê kirine û piştî vê opêrasyonê, di pêngava din de, yê li sînorên Iraqê serdest bin û wan ji koma têrorîst a DAIŞ`ê paqij bikin.

Ji hêla din ve, Rîyan Dîlon berdevkê hevalbendîya dijî DAIŞ`ê jî ragihand ku hêzên hevalbendîyê xwe jibo pêrasyona azadkirina Teleferê amade dikin û hefteya buhurî nêzî 50 êrişên hewayî li vê herêmê li dijî DAIŞ`ê pêk anîne û dîyar kir: DAIŞ`ê nêzî 2 hezar çekdar li nav û derveyî Teleferê hene û ev şera yê şerekî dijwar be.