Nivîsgeha serokwezîrîya Iraqê: Gotûbêja digel desteya Herêma Kurdistanê zelal û kûr bû
Nivîsgeha serokwezîrîya Iraqê ragihand ku hevdîtina digel desteya Herêma Kurdistanê libara giştpirsîyê û meseleyên ku ser wan nakokî hene, zelal û kûr bû.
Li gorî rapora Fars News`ê, nivîsgeha ragihandinê ya Heyder Ebadî serokwezîrê Iraqê ragihand ku civîna duh a digel şandeya konseya bilind a giştpirsîya Herêma Kurdistana Iraqê ku li Bexdayê hat lidarxistin, têda gotûbêjeke zelal û kûr pêk hat.
Li gorî daxûyanîya nivîsgeha serokwezîrtîya Iraqê, li hevdîtina Ebadî û desteya Herêma Kuridstanê de qedrê hewldanên hevpar yên dewleta fêdêral a Iraqê û Herêma Kurdistanê li şerê azadkirina Mûsilê hat girtinê û her du alî li ser pêwîstîya kemilandina azadkirina hemî deverên dagirbûyî bi destê DAIŞ`ê sekinîn.
Li dewama vê daxûyanîyê hatîye: Li vê hevdîtinê gotûbêjeke soresor û kûr libara çalakirina mêkanîzmên guncav jibo çareserkirina pirsgirêkan û pêkanîna atmosfêreke erênî pêk hat. Her du alîyan herwiha libara dewama gotûbêjên kêrhatî û cidî jibo serêxwegirtina berjewendîyên hevpar ên gelê Iraqê û nehêlana dilgiranîyan û tirsên dîrokî yên ser rêka tifaqa Iraqê lihev kirin.
Duh şandeyeke pilebilind ji Herêma Kurdistana Iraqê derbasî Bexdayê bû ta ku libara meseleya lidarxistina giştpirsîya serxwebûnê bi rayedarên pilebilind ên Iraqê re gotûbêjê bike û yekem civîna vê desteyê digel Ebadî şeva buhurî pêk hat.