Firtona tankên T90 ên rûsî bo Iraqê
Balyozê Rûsiyê li Bexdayê roja Duşemiyê ragihand ku Mosko wê zûtirkê tankên T90ê bifiroşe Iraqê.
Li gorî rapora IRNA`yê, Maksîm Maksîmof her wiha got: ``Ev tank li çarçova biryarnameyekê ku pêştir navbera Rûsiye û Iraqê hatibû girêdan, wê bo Bexdayê bên firotin.
Balyopzê Rûsiyê li Iraqê tevî pêgiriya li ser vê yekê ku gotûbêjên ji bo hevkariya li warên din ên leşkerî jî di navebra du welatan da dest pê bûye, behsa amadetiya Rûsiyê ji bo bipergalkirina artêşa Iraqê bi çekên nû kir.
Iraq ji bo dewama têkoşîna li hemberî têrorîsmê li dû xurtkirina artêşa xwe ye.
Koma têrorîst a DAIŞ`ê sala 2014an bi piştgiriyên malî û çekdarî yên Amerîka û hevpeymanên rojavayî û erebî yên vî welatî ji wan Erebistan û Tirkiyê, bi êrîşa ser Iraqê, beşin berfire ji navçeyên bakurî û rojavayî yên vî welatî dagir kirin û gellek cinayet pêk anîn.
Ji wê demê heta niha artêşa Iraqê bi pişûtevaniya hêzên seferberiya gelanî yên vî welatî û alîkariyên misteşarî yên Komara Îslamî ya Îranê pirraniya van navçeyan ji wan bajarê Mûsilê ji bin dagirkeriya DAIŞ`ê azad kirine.