Amadebûna hêzên Heşdi Şeibîyê jibo pişkdarîya li opêrasyona azadkirina Teleferê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i269178-amadebûna_hêzên_heşdi_Şeibîyê_jibo_pişkdarîya_li_opêrasyona_azadkirina_teleferê
Çiqa 26 a hêzên Heşdi Şeibî yên Iraqê bi manovreke berfire amadebûna xwe jibo pişkdarîya li opêrasyona azadkirina bajarê Teleferê li parêzgeha Nêynewayê ji destê têrorîstên DAIŞ`ê ragihand.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tebax 14, 2017 15:14 Asia/Tehran
  • Amadebûna hêzên Heşdi Şeibîyê jibo pişkdarîya li opêrasyona azadkirina Teleferê

Çiqa 26 a hêzên Heşdi Şeibî yên Iraqê bi manovreke berfire amadebûna xwe jibo pişkdarîya li opêrasyona azadkirina bajarê Teleferê li parêzgeha Nêynewayê ji destê têrorîstên DAIŞ`ê ragihand.

Li gorî rapora kanala Al Alamê, Mêysem Zêydî fermandeyê çiqa 26 a hêzên Heşdi Şeibîyê ragihand ku ev meşqa li devera Rezaze ya Kerbelayê bi amadebûna yekîneyên zêrêhî û yekîneyên din ên van hêzana jibo ragihandina amadebûna li opêrasyona Teleferê û ceribandina ezmûnên xwe hat lidarxistinê.

Zêydî herwiha got: Ev hêza bi avakirina sazîya cengê ya rêkûpêk çavdêrîya ser hemî liv û tevgerên dijmin dike û bi sûdwergirtina ji sîstemên pêşketî yên Şehabê dikare armancên curbicur bişopîne û êrişî wan bike.

Ehmed Esedî berdevkê hêzên Heşdi Şeibî jî li axavtinekê got: Rola Heşdi Şeibîyê li opêrasyona azadkirina Teleferê yê kêrhatî û bingehîn be û ti xeteke sor li pêşberî Heşdi Şeibîyê jibo pişkdarîya li opêrasyona azadkirina Teleferê tineye.

Esedî herwiha nûçeyên ku radigihînin hêzên bejayî yên Amerîkayê jibo pişkdarîya li opêrasyona azadkirina Teleferê giheştine, derew zanîn.

Heyder Ebadî berî vîya îzna pişkdarîya hêzên Heşdi Şeibî li opêrasyona azadkirina Teleferê daye.