Li boykota Qeterê, Iraqê hevrêtiya welatên erebî nekir
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i269150-li_boykota_qeterê_iraqê_hevrêtiya_welatên_erebî_nekir
Serokwezîrê Iraqê ragihand ku Bexda hazir nabe ku wekî welatên erebî Qeterê boykot bike.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tebax 14, 2017 13:17 Asia/Tehran
  • Li boykota Qeterê, Iraqê hevrêtiya welatên erebî nekir

Serokwezîrê Iraqê ragihand ku Bexda hazir nabe ku wekî welatên erebî Qeterê boykot bike.

Li gor rapora ajansa nûçan a Fars News`ê, ji zarê malpera nûçan a El-Erebî El-Cedîd , Heyder Ebadî serokwezîrê Iraqê duh yekşemê li civîna tev Xalid Bin Ehmed Alê Xelîfe wezîrê karên derve yê Behrêyînê ku seredana Bexdayê kiriye got: Iraq hevrêtiya van welatan nake ku pê boykota Qeterê dil hene kirîzê li Kendava Farsê zêdetir bikin.

Ev gotinên Ebadî siyaseta fermî ya dewleta Bexdayê li hemberî zextûzora Mîrnişînên Yekbûyî yên Erebî, Erebistan, Behrêyîn û Misrê ye ku dixwestin Iraqê jî li boykotkirina Dohê bi xwe ra hevrê bikin.

Erebistan, Misr, Îmarat û Behreyn 5 Hezîrana  2017an   raghandin ku  peywendiyên xwe yên dîplomatîk bi Qeterê re qut kirine. Ev çar welatên erebî, Qeter bi hewdengnebûna  bi tevgera erebî bi serokatiya Riyazê tawanbar kirine.

Wezîrê karên derve yê Behrêyînê li seferekî ji pêş diyarî nekirî duh yekşemê seredana Bexdayê kir û piştî hevdîtina tev tev hevtayê xwe yê iraqî, tev serokwezîr û serokkomarê vî welatî hevdîtin pêk anî.