Hevdîtina Muqteda Sedr tev welîehdê Mîrnişînên Yekgirtî yên Erebî
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i269126-hevdîtina_muqteda_sedr_tev_welîehdê_mîrnişînên_yekgirtî_yên_erebî
Muqteda Sedr li koşka El-Şatî ya Ebûzebiyê paytexta Mîrnişînên Yekgirtî yên Erebî bi wel'ehd; v' welat' re hevdîtin pêk anî, eva serdana duyem a sedir ji welat;n ereb' ya dorh;la kendava Fars; ye.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tebax 14, 2017 10:48 Asia/Tehran
  • Hevdîtina Muqteda Sedr tev welîehdê Mîrnişînên Yekgirtî yên Erebî

Muqteda Sedr li koşka El-Şatî ya Ebûzebiyê paytexta Mîrnişînên Yekgirtî yên Erebî bi wel'ehd; v' welat' re hevdîtin pêk anî, eva serdana duyem a sedir ji welat;n ereb' ya dorh;la kendava Fars; ye.

Li gor rapora ajansa nûçabn a ISNA`yê, Muhemed Bin Zayid welîehdê Mîrnişînên Yekgirtî yên Erebî duh yekşemê tev Muqteda Sedr serokê bereya Sedir li Iraqê li koşka El-Şatî ya Ebûzebiyê hevdîtin pêk anî û du aliyan li ser peywendiyên bi biratî yên du welatan û meselên din en eleqedarê du welatan bi hevra axivîn.

Muhemed Bin Zayid li vê hevdîtinê ser alûgorên Iraqê jî agehdar bû.

Welîehdê Mîrnişînên Yekgirtî yên Erebî li vê hevdîtinê bal kişande ser girîngiya ewlehiya Iraqê û geşatiya vî welatî û hêviya xwe daye diyarkirin ku Iraq bikare vegere nav cîhana ereb û rola xwe li vê çarçêvê de bilîze û cîhana ereb ji bo ewlehiya Iraqê çi ji deest tê bike.

Muhemed Bin Zayid herwisa serketina artêşa Iraqê li hemberî terorîstên DAIŞ`ê li Muqteda Sedir pîroz kir û ragihand ku hemû aliyên iraqî pêwîst e bona avedankirina vî welatî hevgirtina xwe biparêzin.