Gelek çek û madeyên teqandinê yên DAIŞ`ê li rojavaya Mûsilê hatin dîtin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i269006-gelek_çek_û_madeyên_teqandinê_yên_daiŞ_ê_li_rojavaya_mûsilê_hatin_dîtin
Berdevkê wezareta karên hundur a Iraqê ji keşifkirina gellek bombe, çek û madeyên teqandinê li weşartgeheka terorîstên DAIŞ`ê li goristanekê li taxa El Suwere ya li pişka rojava ya Mûsilê agahî da.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tebax 12, 2017 16:08 Asia/Tehran
  • Gelek çek û madeyên teqandinê yên DAIŞ`ê li rojavaya Mûsilê hatin dîtin

Berdevkê wezareta karên hundur a Iraqê ji keşifkirina gellek bombe, çek û madeyên teqandinê li weşartgeheka terorîstên DAIŞ`ê li goristanekê li taxa El Suwere ya li pişka rojava ya Mûsilê agahî da.

Li gorî rapora roja şemiyê ya IRIB News`ê, Seid Mein, berdevkê wezareta karên hundur a Iraqê got: Polîsên federal di vê operasyonê de 14 bombe, 9 sîstimên teqînê ku ji dûr ve tên kontrolkirin, 600 madeyên din ên teqandinê û 10 telefonên berîkan zeft kirin.

Raid Cewdet, fermandeyê polîsê Iraqê jî ragihand: Meimûrên polîs piştî dorpêçkirina têrorîstên DAIŞ`ê li nasv veşartgeha wan li devera Hawî Kenîsê li pişka bakûra rojavaya Mûsilê, di navbera wan de pevçûn derket ku di encamê de 3 têrorîstên DAIŞ`ê hatin kuştinê.

Fermandeyê polîsên Iraqê herwiha got: Hêzên ewlehîyê herwiha kargeheke çêkirina mûşekên Katyoşa ya DAIŞ`ê li devera Muşîrefê li bakpra rojavaya Mûsilê keşif kirin.

Çavkanîyeke haydar li parêzgeha Kerkûkê jî ragihand ku têrorîstên DAIŞ`ê dadwerekî vê komê ji ber cidabûna ji vê koma têrorîst li devera Ebasî li Hewîcê îdam kirin.