Iraq li ber dayîna tam a xerametê bo Kuweytê
Iraq li ber dayîna tam a xerameta ji ber êrişa rejîma berê ya vî welatî ser Kuweytê ye.
Malpera Rojnama Al Hayat çapa Londonê nivîsî ku dewleta Iraqê li ber dayîna pişka herî dawîyê ya wê xerametê bo Kuweytê ye ku NY li gorî xala 7 a menşûra vê sazîyê ser Bexdayê de sepandîye. Dewleta Iraqê tevî ragihandina vîya ku tenê 4.6 milyard dolar ji xerametê maye, tekez kir, vî diravî yê bide Kuweytê.
NY texîn kir ku ji ber êrişa rêjîa berê ya Iraqê ser Kuweytê di Tebaxa sala 1990`î de, zêde ji 23 milyard dolar xisar li vî welatî ketîye.
Heyder Ebadî serokwezîrê Iraqê meha buhurî soz da ku êdî nakokîyên digel Kuweytê ji wan mijara welatîyên bê serûşûnbûyî jî çareser bike. Wî tekez kir ku gellek lêzanîn li bara wan daye ber destê dewleta Kuweytê.
Necîbe Necîb endama fraksyona aborî ya meclisa Iraqê li hevpeyvîna digel Al Hayatê got ku Bexdayê 2 salan berî niha rêketinameyek bi Sandiqa Navnetewî ya Dirêv (IMF) re wajo kir ku li gorî wê, 20 milyard dolar ji xerametên Kuweytê bide.
Ji hêla din ve, Evdilqadir Mihemed endamê parlimana Iraqê got: Iraq divê dosîya vê xerametê girêde, lewma dewletê di dewra buhurî de karên dîplomatîk bi welatan û sazîyên deynder re kirine.
Ebadî sêşema buhurî li civîneke rojnamevanîyê gotibû Iraq jibo kutakirina dosîya xerameta Kuweytê bi vî welatî re muzakirê dike.