Ebû Mehdî Muhendis: Heşda Şebî artêşa Iraqê dikemilîne
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i268978-ebû_mehdî_muhendis_heşda_Şebî_artêşa_iraqê_dikemilîne
Cîgirê serokê hêzên Heşda Şebî yên Iraqê tekez kir, Heşdi Şeibî ti wexta hêzek jibo rikeberîya digel artêşa Iraqê nîne û hêzên artêş, polîs û Heşda Şebî li Iraqê hevdu dikemilînin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tebax 12, 2017 12:53 Asia/Tehran
  • Ebû Mehdî Muhendis: Heşda Şebî artêşa Iraqê dikemilîne

Cîgirê serokê hêzên Heşda Şebî yên Iraqê tekez kir, Heşdi Şeibî ti wexta hêzek jibo rikeberîya digel artêşa Iraqê nîne û hêzên artêş, polîs û Heşda Şebî li Iraqê hevdu dikemilînin.

Li gorî rapora kanala televîzyonê ya Al Gedîr a Iraqê ku ser bi Sazîya Bedrê ye, Ebû Mehdî Muhendis cîgirê serokê Heşda Şebiyê îro li kombûnekê got: Iraq hela jî hewcedarê Heşda Şebiyê ye, ji ber ku azadkirina Mûsilê bi wateya kutabûna DAIŞ`ê nîne.

Ebû Mehdî Muhendis dîyar kir ku têkilîyeke zav baş di navbera Heşda Şebî û dewletê de heye û got: Mayîn an hilweşandina Heşdi Şeibîyê biryarek e ku divê pergala sîyasî ya hikimdar bide û têkilîya Heşdi Şeibî û serokwezîr jî peywendîya serbaz û fermandê ye.

Muhendis herwiha got: Heşda Şebî wek opêrasyona azadkirina Mûsilê niha li parêzgeha Al Anbarê li rojavaya Iraqê jibo piştgirîya ji hêzên artêşê di warê dabînkirina ewlehîya otobana Tirîbîl-Bexdayê de pişikdar e. Wî li bara opêrasyona azadkirina Teleferê jî tekez kir: Hêzên Heşda Şebî niha li 2 kîlomêtrîya bajarê Teleferê bicih bûne û fermandetîya Heşdi Şeibîyê jî bi awayekî berdewam bi fermandetîya hevpar re li bara operasyona azadkirina Teleferê rawêjkarîyê dike.

Gotinên nû yên Muhendis bi dû belavbûna hin axavtinên sîyasî li Iraqê têkildarî nakokîya di navera Heşda Şebî û dewleta Iraqê, hilweşandina Heşda Şebî û pişkdarînekirina van hêzana li opêrasyona azadkirina Teleferê ketin rojevê.

Berî vîya Heyder Ebadî serokwezîrê Iraqê jî tekez kiribû ku Heşda Şebî ti wexta nayê hilweşandinê.

Hêzên seferberîya gelanî yên Iraqê nasyar bi Heşdi Şeibî li gorî daxwaza Ayetulah Sîstanî merceyê pilebilind ê şîeyên Iraqê hevgavê dagirbûna baajrê Mûsilê di 10`ê Hezîrana sala 2014`an de ji komên curbicur ên iraqî pêk hat û parlimana Iraqê jî di 26`ê Mijdara sala 2016`an de bi pirranîya dengan ev hêza beşeke fermî ji hêzên çekdar ên Iraqê ragihand.