Dayîna Fermana Qedexetiya beşdariya Heşdê Şeibî li şerê Til Eferê derew hat zanîn
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i268894-dayîna_fermana_qedexetiya_beşdariya_heşdê_Şeibî_li_şerê_til_eferê_derew_hat_zanîn
Berdevkê fermî yê dewleta Iraqê Dayîna Fermana Qedexetiya beşdariya Heşdê Şeibî li şerê Til Eferê li şerê azadkirina bajarê Til Eferê derew zanî.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tebax 11, 2017 11:44 Asia/Tehran
  • Dayîna Fermana Qedexetiya beşdariya Heşdê Şeibî li şerê Til Eferê derew hat zanîn

Berdevkê fermî yê dewleta Iraqê Dayîna Fermana Qedexetiya beşdariya Heşdê Şeibî li şerê Til Eferê li şerê azadkirina bajarê Til Eferê derew zanî.

Li gorî rapora El Meyadînê, Seid El Hedîsî li hevpeyivîna digel vê kanalaê got: ``Haya min ji vê yekê ku fermandetiyê giştî yê hêzên çekdar ên Iraqê ferman daye hêzên seferberiya gelanî yên Iraqê nasyar bi Heşdê Şeibî ku tevlî şerê azadkirina Til Eferê an navçeyên rojavayî yên El Enbarê nebin, tune. Biryardana Iraqê ji bo şeran bi awayekî serbixwe ye û nakeve bin bandora biyaniyan``.

Wî bi bîr xist: ``Wisa ku gişt dizanin, hêzên seferberiya gelanî bi awayekî berfireh beşdarrî şerê azadkirna rojavaya Nêynewayê bûn û bêguman wê rola wan li azadkirina navçeyên din jî hebe; Lê ez nikarim wê yekê diyar bikim``.