Nêzî 4 hezar awareyên iraqî zivirîne parêzgeha Nêynewayê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i268884-nêzî_4_hezar_awareyên_iraqî_zivirîne_parêzgeha_nêynewayê
Wezîrê koçberîya Iraqê ragihand ku nêzî 4 hezar awareyên iraqî zivirîne malên xwe li parêzgeha Nêynewayê.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tebax 11, 2017 08:34 Asia/Tehran
  • Nêzî 4 hezar awareyên iraqî zivirîne parêzgeha Nêynewayê

Wezîrê koçberîya Iraqê ragihand ku nêzî 4 hezar awareyên iraqî zivirîne malên xwe li parêzgeha Nêynewayê.

Li gorî rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, Casim Mihemed Caf wezîrê koçberîyê yê Iraqê li daxûyanîyekê ragihand ku ew awareyên iraqî zivirîne taxên Seker, Reşîdîye, Kerame, Quds, Kokçelî, Wadî Hecer, Şoheda, Meimûn, Zehûr, Wehde, Intisar, Sidîq, Recek Hedîd, Xezlanî, Tenek û deverên Tilreman, Zehra, Yermûk û Xezrayê li parêzgeha Nêynewayê.

Wezîrê koçberîya Iraqê berî vîya ragihandibû ku ji sedî 95`ê awareyên iraqî yên pişka rojhilata Mûsilê zivirîne ser cî û malên xwe.