Gotinên berdevkê hevalbendîya navnetewî ya dijî DAIŞ`ê li Iraqê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i268876-gotinên_berdevkê_hevalbendîya_navnetewî_ya_dijî_daiŞ_ê_li_iraqê
Berdevkê hevalbendîya navnetewî ya dijî DAIŞ`ê bi serkirdetîya Amerîkayê got ku 2 hezar têrorîst li nav û derveyî devera Teleferê li bakûra Iraqê ne û idia kir, hêzên hevalbendîyê piştgirê hêzên iraqî jibo şerê dijî têrorîstên DAIŞ`ê ne.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tebax 11, 2017 07:13 Asia/Tehran
  • Gotinên berdevkê hevalbendîya navnetewî ya dijî DAIŞ`ê li Iraqê

Berdevkê hevalbendîya navnetewî ya dijî DAIŞ`ê bi serkirdetîya Amerîkayê got ku 2 hezar têrorîst li nav û derveyî devera Teleferê li bakûra Iraqê ne û idia kir, hêzên hevalbendîyê piştgirê hêzên iraqî jibo şerê dijî têrorîstên DAIŞ`ê ne.

Li gorî rapora nûçegihanê IRIB NEWS`ê, Rayan Dîlon (Ryan Dillon) berdevkê qaşo hevalbendîya dijî DAIŞ`ê idia kir, zextên hevalbendîyê jibo têkbirina DAIŞ`ê didomin û fermande û navendên darayîyê yên vê komê dikevin ber êrişên hêzên hevalbendîyê.

Dîlon herwiha got: DAIŞ li halê têkçûnê ye p ev pêvajoya didome û heta işkesta tam a DAIŞ`ê li Iraq û Sûrîyê ev hewldan yê bidomin.

Ev gotinên Dîlon li halekî ne ku balafirên cengê yên Amerîkayê duşemê şevê li zîvala sînorî ya di navbera Iraq û Sûrîyê de êriş baregehên ketîbeyên Seyd ul Şohedayê ser bi Heşdi Şeibîyê kirin ku di encamê de herîkêm 40 kes hatin kuştinê û 70 kes jî birîndar bûn.

Hevalbendîya qaşo dijî DAIŞ`ê di serdema serokomarîya Barak Obama de bi armanca qaşo têkoşîna dijî têrorîstan li Iraq û Sûrîyê pêk hat. Eva li halekî ye ku li gorî raporên fermî, Amerîka û şirîkên vî welatî yên rojavayî û ereb ji damezirîner û piştgirên sereke yên komên têrorîst ên wekî DAIŞ`ê ne ku çek û dirêf didin wan.