Amerîka: Êrişa ser baregehên Heşdi Şeibîyê karê me nebû
Sefîrê Amerîkayê li Iraqê idia kir ku êrişa hewayî ya vê dawîyê ser çeperên beşeke hêzên Heşdi Şeibî li sînorê Iraq û Sûrîyê, ne karê eskerên amerîkî bûye.
Li gorî rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, Daglas Silêman sefîrê Amerîkayê li Bexdayê şeva buhurî li hevdîtina digel Nûrî Malikî alîkarê serokomarê Iraqê got, berovajî nêrîna berpirsên sîyasî û leşkerî yên Iraqê, Amerîkayê ti rolek li êrişa duşema buhurî ser baregehên hêzên Heşdi Şeibî yên Iraqê li zîvala sînorî ya vî welatî û Sûrîyê tinebûye.
Sefîrê Amerîkayê li Iraqê herwiha idia kir, di navbera fermandetîya hevalbendîya navnetewî ya têkoşîna dijî DAIŞ`ê bi rêvebirîya Amerîkayê û hêzên iraqî de di asteke bilind de hevdengî heye.
Eva li halekî ye ku baregehên hêzên leşkerî û malên xelkê sivîl ên iraqî bicaran ketine ber êrişên balafirên cengê yên amerîkî û li gorî mukurhatina berpirsên wezareta berevanîyê ya Amerîkayê di encama êrişên hanê de heta niha bi sedan iraqî hatine kuştinê.
Li gorî gotina berpirsên iraqî balafirên cengê yên Amerîkayê duşemê şevê li sînorê Iraq û Sûrîyê êrişî çeperên ketîbeyên Seyid ul Şoheday ser bi Heşdi Şeibîyê kirin ku di encamê de herîkêm 40 kes hatin kuştinê û 70 kes jî birîndar bûn. Ev êrişa pêrgî bertek û nerazîbûna berfire ya gel û berpirsên iraqî bûye.