Neyarîya Misrê li hemberî lidarxistina giştpirsîya serxwebûna Herêma Kurdistana Iraqê
Sefîrê Misrê li Bexdayê tevî neyarya li hemberî lidarxistina giştpirsîya serxwebûna Herêma Kurdistana Iraqê ragihand ku Qahire liv û tevgera yekalî ya dijî tifaqa Iraqê qebûl nake.
Li gorî rapora Fars News`ê, Ela Mûsa sefîrê Misrê li Bexdayê îro li daxûyanîyekê neyarîya welatê xwe li hemberî giştpirsîya serxwebûna Herêma Kurdistana Iraqê ku biryar e di 25`ê Îlonê da were lidarxistinê, ragihand û tekez kir ku vê kiryarê bêyî hevdengîya digel dewleta navendî qebûl nake.
Sefîrê Misrê li Bexdayê tekez kir ku Misr piştgirîyê dide tifaqa Iraqê û yekperçetîya axa vî welatî û got: Hêza Iraqê bi tifaqa wê va girêdayî ye û em ti liv û tevgereke bêyî hevdengîya digel dewleta navendî qebûl nakin.
Ela Mûsa li dawîyê got: Nabe ku nakokîya di navbera dewleta navendî ya Bexdayê û Herêma Kurdistana Iraqê de hewldana wan jibo sekinîna li hemberî têrorîsmê asteng bike.