Ji ber germayê li Iraqê betlane hat ragihandin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i268830-ji_ber_germayê_li_iraqê_betlane_hat_ragihandin
Dewleta Iraqê li daxûyanîyekê ragihand ku bi hegera germatîya zêde ji 50 pileyî îro li vî welatî roja betlanê ye.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tebax 10, 2017 13:14 Asia/Tehran
  • Ji ber germayê li Iraqê betlane hat ragihandin

Dewleta Iraqê li daxûyanîyekê ragihand ku bi hegera germatîya zêde ji 50 pileyî îro li vî welatî roja betlanê ye.

Li gorî rapora Fars News`ê, li daxûyanîya fermî ya dewleta Iraqê hatîye, îro pêncşemê ji ber ku germatîya hewayê ji 50 derceyî derbas dibe, roja betlanê ye.

Eva yekem roja betlanê ye ku dewleta Iraqê di havînê de radigihîne.

Pisporên rewşa hwayê ya Iraqê hişyarî dane ku germatîya hewayê îro li pirranîya deverên vî welatî yê ji 51 pileyî derbas bibe.

Havîna buhurî jî li Bexdayê germatîya hewayê rabû 51 pileyî û li Besrê jî ji 53 derceyî derbas bû ku dewlet 2 roj betlane ragihand.