Telefer tam di kontrola hêzên artêşê û hêzên Heşda Şebî yên Iraqê
Berdevkê fermandehiya operasyona hevpar a hêzên iraqî got: Artêş û hêzên Heşda Şebî ya Iraqê karîne bajarê Teleferê li rojava Mûsilê jibo azadkirina ji lepên DAIŞê dorpêç bikin.
Li gorî rapora IRNA`yê, û ji zarê kanala nûçan a Sky Newsê, sertîp Yehya Resûl, berdevkê fermandehiya operasyona hevpar a hêzên iraqî roja pênşemiyê got: Hêzên çekdar ên Iraqê niha bi dorpêçkirina Teleferê li parêzgeha Neynewayê riyên gîhandina alîkariyê bo grûpa teorîstî ya DAIŞê ji riya axa Sûriyê qut kirine.
Yehya Resûl texmîn kir: Ji ber berfirehbûna navça operasyonî ya Teleferê, şerê vê navçê dê çend hefteyan bidome.
Niha sê bajarên Teleferê li 55 km ya rojava Mûsilê, Hewîcê li abşûrê rojava Kerkûkê û bajarê El-QAimê li rojava parêzgeha Enbarê li rojava Iraqê nêzîkî sînorên Sûriyê di kontrola terorîstên DAIŞ`ê de ye.
Li gor nûçeyeke din ji Iraqê, çavkaniyeke ewlehiyê li parzêgeha Neynewayê li bakurê Iraqê ji lepên DAIŞê li 10 Tîrmeha 2017an , hêzên hevpar ên iraqî li halê amadebûna jibo destpêkirina operasyona azadkirina bajarê Teleferê ji lepên DAIŞê ne.
Heyder Ebadî serokwezîrê Iraqê 26 Tîrmeha 2017an soz da hêzên vî welatî bi hemen viyan û îradeya ku DAIŞê ji Mûsilê derxistin, bajarê Teleferê jî ji kontrola vê grûpê derxînin.