Telefer tam di kontrola hêzên artêşê û hêzên Heşda Şebî yên Iraqê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i268822-telefer_tam_di_kontrola_hêzên_artêşê_û_hêzên_heşda_Şebî_yên_iraqê
Berdevkê fermandehiya operasyona hevpar a hêzên iraqî got: Artêş û hêzên Heşda Şebî ya Iraqê karîne bajarê Teleferê li rojava Mûsilê jibo azadkirina ji lepên DAIŞê dorpêç bikin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tebax 10, 2017 12:33 Asia/Tehran
  • Telefer tam di kontrola hêzên artêşê û hêzên Heşda Şebî yên Iraqê

Berdevkê fermandehiya operasyona hevpar a hêzên iraqî got: Artêş û hêzên Heşda Şebî ya Iraqê karîne bajarê Teleferê li rojava Mûsilê jibo azadkirina ji lepên DAIŞê dorpêç bikin.

Li gorî rapora IRNA`yê, û ji zarê kanala nûçan a Sky Newsê, sertîp Yehya Resûl, berdevkê fermandehiya  operasyona  hevpar a hêzên iraqî roja pênşemiyê got: Hêzên çekdar ên Iraqê niha  bi dorpêçkirina  Teleferê li parêzgeha  Neynewayê riyên  gîhandina  alîkariyê bo grûpa teorîstî ya DAIŞê ji riya axa Sûriyê qut kirine.

 Yehya Resûl texmîn kir: Ji ber berfirehbûna navça operasyonî ya Teleferê,  şerê  vê navçê dê çend hefteyan  bidome.

 Niha  sê bajarên  Teleferê li 55 km ya rojava  Mûsilê, Hewîcê li abşûrê rojava  Kerkûkê û bajarê El-QAimê li rojava  parêzgeha  Enbarê  li rojava Iraqê nêzîkî sînorên Sûriyê  di kontrola terorîstên DAIŞ`ê de ye.

 Li gor nûçeyeke din ji Iraqê, çavkaniyeke ewlehiyê li parzêgeha  Neynewayê  li bakurê Iraqê ji lepên  DAIŞê li 10 Tîrmeha 2017an , hêzên  hevpar ên iraqî li halê amadebûna  jibo destpêkirina operasyona  azadkirina bajarê Teleferê ji lepên DAIŞê ne.

 Heyder  Ebadî serokwezîrê Iraqê 26 Tîrmeha 2017an soz da hêzên vî welatî bi hemen viyan û îradeya ku DAIŞê ji Mûsilê derxistin, bajarê Teleferê jî ji kontrola  vê grûpê derxînin.