Amerîka baregeheke leşkerî li Zumara Iraqê dadimezirîne
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i268788-amerîka_baregeheke_leşkerî_li_zumara_iraqê_dadimezirîne
Berpirsê yekîneya alavên giran a artêşa Iraqê ragihand: Hat ragihandin ku artêşa Amerîkayê baregeheke leşkerî li nêzîkî bajarê Teleferê li rojavaya parêzgeha Nêynewayê ava dike.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tebax 10, 2017 06:49 Asia/Tehran
  • Amerîka baregeheke leşkerî li Zumara Iraqê dadimezirîne

Berpirsê yekîneya alavên giran a artêşa Iraqê ragihand: Hat ragihandin ku artêşa Amerîkayê baregeheke leşkerî li nêzîkî bajarê Teleferê li rojavaya parêzgeha Nêynewayê ava dike.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Sputnikê, Mehdî Xefacî, berpirsê yekîneya alavên giran a artêşa Iraqêragehand ku, li gorî peymana leşkerî ya di navbera Washîngton û Bexdayê de, Amerîka li navçeya Zumarê ku dikeve rojavayê bajarê Mûsilê navendeke leşkerî ava dike. Berpirsên leşkerî yên Iraq û Amerîkayê înîya buhurî li ser vê mijarê gotûbêj kiribûn.

Li gorî gotina Xefacî, zêde ji nîvê vê baregeha leşkerî ya Amerîkayê hatîye avakirinê û hêzên taybet ên amerîkî têda bicih bûne.

Mehdî Xefacî di berdewamiya axaftina xwe de got: "Biryar e ew navenda leşkerî serperiştiya operasyona rizgarkirina bajarê Teleferê bike. Tîmên teknîkî û endezyar zêdeyî 50 kesî karê bingehê bi dawî kirine.

Amerîka li halekî idiaya bikaranîna vê baregeha leşkerî jibo opêrasyona derxistina têrorîstan ji Teleferê dike ku digel çend welatên din ên hevpeymanê xwe ji sala 2014`an ve hevalbendîya dijî DAIŞ`ê bi heceta têkoşîna li hemberî koma têrorîst a DAIŞ`ê li Iraqê damezirand û car bo carê welatî û eskerên iraqî li deverên curbicur dike armanca êrişan.

Navenda Êyrwarzê (Airwars) a Ingilîsê ku êrişên hevalbendîya qaşo navnetewî ya dijî DAIŞ`ê bi fermandetîya Amerîkayê li Iraq û Sûrîyê dişopîne, ragihand ku herîkêm 750 sivîlên iraqî û sûrî bi destê vê hevalbendîyê di meha Hezîrana 2017`ê de hatine kuştinê.