Bi têkbirina DAIŞ`ê, Iraq careke din jidê bû
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i268776-bi_têkbirina_daiŞ_ê_iraq_careke_din_jidê_bû
Serokê Civata Bilind a Islamî ya Iraqê serketina gelê vî welatî li hemberî koma têrorîst a DAIŞ`ê wek jidêbûna dubare ya Iraqê zanî.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tebax 10, 2017 05:03 Asia/Tehran
  • Bi têkbirina DAIŞ`ê, Iraq careke din jidê bû

Serokê Civata Bilind a Islamî ya Iraqê serketina gelê vî welatî li hemberî koma têrorîst a DAIŞ`ê wek jidêbûna dubare ya Iraqê zanî.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Resa`yê, Şêx Humam Hemûdî serokê Civata Bilind a Islamî ya Iraqê duh li hevdîtina digel Yan Kobîş nunerê NY li Iraqê bal kişand ser mêrxwasîya têkoşerên vî welatî li şerê dijî koma têrorîst a DAIŞ`ê û ragihand ku gelê Iraqê ji tayfe û çîn û qatên curbicur li têkoşîna dijî têrorîsmê, pişta hêzên iraqî girtin û jîyaneke dubare dan Iraqê.

Şêx Humam Hemûdî herwiha tekez kir, Civata Bilind a Islamî ya Iraqê jibo hevkarî û têkilîya digel civat, sazîyên navnetewî û hemî sîyasetvanan amade ye.

Piştî ku Seyîd Emar Hekîm serokê berê yê Civata Bilind a Islamî ya Iraqê di 24`ê Tîrmehê de Partîya Hikmeya Netewî damezirand, Şêx Humam Hemûdî wek serokê nû yê vê civatê hat bijartinê.