Heşda Şebî êrişa ser hêzên xwe li axa Iraqê red kir
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i268760-heşda_Şebî_êrişa_ser_hêzên_xwe_li_axa_iraqê_red_kir
Heşda Şebî ya Iraqê, îro li daxuyaniyekê, qewimîna her cure êrişa ser komên ser bi xwe li axa Iraqê li rojavaya El Enbarê red kir û ew nûçe derew da zanîn.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tebax 09, 2017 15:36 Asia/Tehran
  • Heşda Şebî êrişa ser hêzên xwe li axa Iraqê red kir

Heşda Şebî ya Iraqê, îro li daxuyaniyekê, qewimîna her cure êrişa ser komên ser bi xwe li axa Iraqê li rojavaya El Enbarê red kir û ew nûçe derew da zanîn.

Li gorî rapora Ajansa nûçeyan a FARS`ê, hêza Heşda Şebî ya Iraqê, îro çarşemiyê bi weşandina daxuyaniyekê qewimîna her cure êrişa ser komên ser bi xwe li rojavaya El Enbarê red kir û ragihand ku bûyerên ku vê dawiyê mêdya di vî warî de raber kirine, derveyî sînorên Iraqê qewimîne.

Li gorî rapora kanala televîzyonî ya El Sumeriye Newzs`ê ya Iraqê, Heşda Şebî ragihand ku hêzên çekdar û qareman ên Heşda Şebî, li şerrê dijî terorîsma li Iraqê serketinên mezin bi dest xistine û Heşda Şebî di eynî demê de ku şanaziyê bi fîdakariyên qaremanên xwe dike, qewimîna her cure êrişa ser hêz û komên ser bi xwe li rojavaya El Enbarê red dike.

Fermandetiya operasyona hevpar a Iraqê jî îro çarşemiyê êrişa hevalbendiya amerîkî ya ser hêzên Heşda Şebî li ser sînorên Iraq û Sûriyê re kir.

Gordana Seyd Ul Şuheda ya ser bi Heşda Şebî, roja duşemiya buhurî li daxuyaniyekê ragihand ku hêzên amerîkî, pêgehên wan li navçeya Ekaşatê li nêzîkî sînorê Iraq  û Sûriyê dane ber êrişan ku di encama wan êrişan bi dehan kes hatine kuştin yan jî birîndar bûne.