Êrişa hevalbendiyê ser pêgehên DAIŞ`ê li Teleferê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i268758-Êrişa_hevalbendiyê_ser_pêgehên_daiŞ_ê_li_teleferê
Li halekê ku gordaneka firansî di çarçoveya operasyona piştevaniyê de, jibo meşyana ber bi bajarê Tileferê, amade dibe, hevalbendiya dijî DAIŞ`ê, êriş bire ser pêgehên DAIŞ`ê li Teleferê.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tebax 09, 2017 15:34 Asia/Tehran
  • Êrişa hevalbendiyê ser pêgehên DAIŞ`ê li Teleferê

Li halekê ku gordaneka firansî di çarçoveya operasyona piştevaniyê de, jibo meşyana ber bi bajarê Tileferê, amade dibe, hevalbendiya dijî DAIŞ`ê, êriş bire ser pêgehên DAIŞ`ê li Teleferê.

Li gorî rapora ISNA`yê ji zarê malpera kanala Sumeriye News`ê, Mûsa Elî Colaq, yek ji fermandeyên hêzên gelanî yên Tirkman, li hevpeyvîna bi Ajansa nûçeyan a Anatoliya Tirkiyê got ku balafirên cengê yên hevalbendiyê, şeş pêgehên DAIŞ`ê li navenda bajarê Tileferê dane ber bombeyan û dengê teqînên giran bi dû wan êrişna hate bihîstin û ev hitmal heye ku ev deng jiber viya bin ku depoyên çek û alavên cengî ketibin ber bombeyan.

Culaq herwiha destnîşan kir, gordaneka topxaneyî ya hişmend a firansî ku li derdora bendava Mûsilê bicih bûye, amade ye ku ber bi pêgehên nêzîkî bajarê Tileferê be ta ku piştevaniya hêzên iraqî bike û hêzên iraqî jî di eynî demê de komkirina hêzên xwe jibo azadkirina bajarê Tileferê berdewam dikin.

Ev gordana firansî ku di çarçoveya hevalbendiya bi seokatiya Amerîkayê kar dike, çekên xwe yên pêşketî hene û berî niha jî li operasyona leşkerî ya azadkirina Mûsilê ji bin lepên DAIŞ`ê li meha buhurî, pişta hêzên iraqî girtibû.

Di eynî demê de efserekî artêşa Iraqê li parêzgeha El Enbarê li rojavaya vî welatî ragihand ku di encama êrişa DAIŞ`ê ser pêgeha hêzên Heşda Şebî ya ser sînorên Iraq û Sûriyê de, neh kes ji hêzên Heşda Şebî hatine kuştin û 23 kesên din jî birîndar bûne.

Vî efserî destnîşan kir: DAIŞ`ê êrişeka giran ser pêgeha Heşda Şebî li navçeya 70 kîlometriya bakûra derbasgeha sînorî ya El Welîdê cih anî û li vê êrişê  hemî çekên giran û hawan û mûşek bi kar anîn ku ev êrişa çend saetan berdewam bû.