Ebadî: Hevalbendiya emerîkî bêyî destûra Bexadyê nikare li Iraqê operasyonê cih bîne
Heyder Ebadî serokwezîrê Iraqê tekez kir: Hêzên hevalbendiya emerîkî li dijî DAIŞ`ê nikartin li nava axa Iraqê bêyî hevhatina dewleta Bexadyê operasyonê cih bînin û êrişên hewayî bikin.
Hevalbendiya emerîkî roja duşemiyê meqerên yek ji komên ser bi Heşda Şebî ser navê Ketaib Seyd El-Şuhedayê li zîvala sînorî ya Iraq û Sûriyê dan ber êrişan û li encama vê êrişê de nêzîkî 35 kes ji hêzên Heşda Şebî ya Iraqê hatin kuştin û bi dehan kes jî birîndar bûn.
Li gorî apora IRNA`yê, serokwezîrê Iraqê berêvara sêşemiyê li civîna rojnamevaniyê li Bexdayê bal kişand ser vê yekê ku Heşda Şebî ne komeke mîlîtan e û got : Hêzên Heşda Şebî li çarçoveya tîpên curbciur hatine organzîekirin.
Serokwezîrê Iraqê bal kişand ser vê yekê ku tu yek ji komên Heşda Şebî li derveyî sînorên Iraqê şêr nakin û tekez kir: Tu cixîzeke sor jbo hêzên iraqî li nav vî welatî jibo rawestana li ber DAIŞê tine.
Heyder Ebadî serokwezîrê Iraqê her wiha kivşkirina dema bernameyên eskerî jibo azadkirina navçên din ji lepên grûpa treorîstî ya DAIŞê, erê kir.
Piştî azdakirina tam a Mûsilê, navenda parêzgeha Neynewayê li bakurê Iraqê ji lepên DAIŞê li 10 Tîrmeha 2017an , hêzên hevpar ên iraqî li halê amadebûna bo destpêkirina azadkirina bajarê Teleferê ji lepên DAIŞê ne.