DAIŞ`ê 27 iraqî li Kerkûkê îdam kirin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i268724-daiŞ_ê_27_iraqî_li_kerkûkê_îdam_kirin
DAIŞê, 27 kes ji xelkê bajarê Hewîcê li başûrê rojava parêzgeha Kerkûkê îdam kirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tebax 09, 2017 12:50 Asia/Tehran
  • DAIŞ`ê 27 iraqî li Kerkûkê îdam kirin

DAIŞê, 27 kes ji xelkê bajarê Hewîcê li başûrê rojava parêzgeha Kerkûkê îdam kirin.

 Li gorî rapora Fars Newsê, grûpa terorîstî ya  DAIŞê îro, 27 kes ji xelkê sivîl ê bajarê Hewîcê li başûrê rojava  parêzgeha  Kerkûkê îdam kirin.

 Çavkaniyeke xwecî ya Iraqê ku nexwest navê wê eşkere bibe, got: DAIŞê operasyona  îdama komî li dijî girtiyên ku dijî fermanên wan derketibûn, destpê kir.

 Li gorî rapora  kanala nûçan a Someriye Newsê,,  wî got: DAIŞê 27 kes li navenda  eskerî ya  El-Bekarê li nêzîkî bajarê Hewîcê îdam kir.

 Bajarê Hewîcê li 55 km ya  başûrê rojava  parêzgeha  Kerkûkê tim di kontrola  DAIŞê de ye  û niha  ji  navendên herî giring ên  wê li Iraqê tê hesabê.

 Ev îdama  piştî hindê cih hat ku  dadgeha cinayî ya Iraqê duh hukma  îdamkirina 27 kes ji sûçkarên  dosiya  cinayeta  Spaykerê da.