Piştî êrişa ser hêzên gelanî yên Iraqê, Heşdi Şeibî Amerîka hişyar kir
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i268662-piştî_êrişa_ser_hêzên_gelanî_yên_iraqê_heşdi_Şeibî_amerîka_hişyar_kir
Berdevkê Hêzên Seferberîya Gelanî yên Iraqê (Heşdi Şeibî) ragihand: Êrişa Amerîkayê ya ser Heşdi Şebî bê bersiv namîne.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tebax 08, 2017 14:01 Asia/Tehran
  • Piştî êrişa ser hêzên gelanî yên Iraqê, Heşdi Şeibî Amerîka hişyar kir

Berdevkê Hêzên Seferberîya Gelanî yên Iraqê (Heşdi Şeibî) ragihand: Êrişa Amerîkayê ya ser Heşdi Şebî bê bersiv namîne.

Li gorî rapora nûçegîhanê IRIB NEWS`ê Kerîm Nûrî berdevkê Heşdi Şebîyê tekez kir ku êrişa hewayî ya Amerîkayê ser van hêzana li sînorên Iraq û Sûrîyê ku enqest û li gorî planê pêk hatîye, bê bersiv namîne.

Kerîm Nûrî li hevpeyvîna digewl kanala Al Mayadeenê herwiha li bara êrişa mûşekî ya Amerîkayê ser tabûrên Seyid ul Şuhedayê li nêzîkî sînorên Iraq û Sûrîyê got: Çawan ku hûn dizanin gefa çend rojan berî niha ya Amerîkayê ku ji zarê Donald Trump û rayedarên din ên vî welatî bi vê êrişê serê xwe girt. Tabûrên Seyid ul Şuheda ser bi Heşdi Şeibîyê ku li sînorên nêzîkî devera Ekaşatê bûn, ketin ber êrişê. Çavkanîyeke amerîkî ragihand ku karwanê DAIŞ`ê ketîye ber vê êrişê. Amerîkayê ku radar û têknolojîyên pêşketî jibo naskirin û şopandina hereketa maşînan ser erdê hene, çawan nikare hêzên Heşdi Şeibî û DAIŞ`ê ji hev nas bike. Nemaze ku ev devera ji kontrola DAIş`ê hatibû derxistinê. Lewma ser vê bawerê ne ku ev êrişa bi şaşi pêk ehatîye belkî enqest û li gorî planê pêk hatîye.

Fermandarê tabûrên Seyid ul Şuheda yên Iraqê jî wek berteka li hemberî êrişa hêzên amerîkî ser hêzên Heşdi Şeibîyê got: Me şeva buhurî opêrasyona hevpar a Amerîka û DAIŞ`ê dît.

Ebû Ala Al Welayî fermandeyê gişt tabûrên Seyid ul Şuheda yên Iraqê ku pişkek ji hêzên Heşdi Şeibîyê ne li hevpeyvîna digel ajansa nûçan a Tesnîmê wek berteka li hemberî êrişa şeva buhurî ya hêzên amerîkî ser hêzên Heşdi Şeibîyê tekez kir ku di navbera Amerîkayê û têrorîstên DAIŞ`ê de hevkarî heye û got: Hêzên me niha li sînorên Iraq û Sûrîyê bicih bûne û opêrasyona zef girîng a kontrolkirina sînoran didome.

Fermandeyê gişt tabûrên Seyid ul Şuheda yên Iraqê herwiha tekez kir, tişta ku şeva buhurî li êrişa hêzên amerîkî ser hêzên Heşdi Şeibîyê qewimî, bobelateke mezin bû û me ji dewleta Iraqê xwest bilez di vî warî da lêkolînan bike.