Berpirsê istixbaratî yê DAIŞ`ê li bajarê El Hewîceya Iraqê hate kuştin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i268648-berpirsê_istixbaratî_yê_daiŞ_ê_li_bajarê_el_hewîceya_iraqê_hate_kuştin
Çavkaniyên nûçeyan ên iraqî ji kuştina Ebû Faris El Iraqî, berpirsê istixbaratî yê DAIŞ`ê li bajarê El hewîceya parêzgeha Kerkûkê agahî dan.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tebax 08, 2017 12:08 Asia/Tehran
  • Berpirsê istixbaratî yê DAIŞ`ê li bajarê El Hewîceya Iraqê hate kuştin

Çavkaniyên nûçeyan ên iraqî ji kuştina Ebû Faris El Iraqî, berpirsê istixbaratî yê DAIŞ`ê li bajarê El hewîceya parêzgeha Kerkûkê agahî dan.

Li gorî ragihandina çavkaniyên istixbaratî, balafirên cengî yên artêşa Iraqê, Ebû Faris El Iraqî, berpirsê istixbaratî yê DAIŞ`ê, li halekê dane ber bombeyan ku ew li navendekî DAIŞ`ê li nîveka bajêr bû.

Koma terorîstî û tekfîrî ya DAIŞ`ê, piştî ku Ebû Faris El Iraqî hate kuştin, endamên xwe yên li nav bajêr, xiste rewşa awarte û sê kes ji terorîstan bi tawana aşkerakirina agahiyan û dayîna wan ber destê hêzên ewlehiya Iraqê, girtin.

Koma terorîst a DAIŞ`ê, piştî ku serkirde û fermandeyên wê hatine kuştin, li bajarê El Hewîceyê li halê têkçûnê ye.